Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi miwekîlê xwe re ku 8 meh in agahî jê naye girtin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdana hevdîtinê ji aliyê Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziya Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Ekmekçî ve hat kirin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi şertên tecrîda girankirî tê girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin. Lê daxwaza hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carnan bi mehan şûnde, diyar dikin cezayê disiplînê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji ber vê nikare hevdîtin bike.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe bi telefonê axivîbû û axaftina telefonê di nivî de hatibû birîn.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn.