Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe vê hefteyê jî serlêdan kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziya Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Ekmekçî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd di hefteyê de du caran serî li van saziyan didin. Lê daxwaza hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.

Carinan bi mehan şûnde, diyar dikin ku qedexeyê hevdîtinê li muwekîlên hatiye birîn û serlêdan tê qedexekirin.

Desteya Disîplînê ya Îmraliyê di 18’ê Tebaxa 2021'ê de 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan birî bû.

Her çend qedexeya serdana malbatê bi teorîkî di 18’ê Mijdara 2021’an de qediya jî, serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv man.

Parêzeran di 28'ê Adarê de careke din serî li Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê dan û xwestin hemû astengiyên derqanûnî yên li pêşiya hevdîtina malbatê bên rakirin û hevdîtina malbatê pêk were.

Heyeta dadgehê bersiva serlêdana 29’ê Adar da û diyar kir ku li dijî Abdullah Ocalan cezayê dîsîplînê yê nû heye û ji ber vê yekê hevdîtin pêk nayê.

Di biryara redkirinê de hat gotin, "3'ê Sibata 2022'an 3 mehan ji hevdîtina malbatê bêparkirin weke cezayê dîsîplînê hate dayîn û di 21'ê Sibatê de hatibû erêkirin."

Di 12’ê Cotmeha 2021'ê de jî 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina parêzeran li Abdullah Ocalan hatibû birîn. Di 22’ê Nîsanê de ev qedexe bi dawî bû jî, daxwazên parêzeran ên hevdîtinê bêbersiv man. Herî dawî di 29'ê Nîsanê de parêzeran sedema astengkirina serlêdana xwe ji Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê pirsîn.

Dadger di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir û diyar kir ku di 13’ê Nîsanê de 6 meh qedexeya parêzeran hatiye nîşandan. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehate dayîn. Parêzeran di 6'ê Gulanê de serî li Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê dan û ji biryara qedexeyê re îtîraz kirin.