Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parêzer û wasîsên wî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Ibrahîm Bîlmez, Nevroz Uysal û Serbay Koklu, ji bo ku miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Dewleta Tirk bersivê nade serlêdanên parêzeran.