Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Ibrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin ku miwekîlê xwe bibînin.

Ji sala 1999'an û vir ve ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêsîr hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Bi Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê tecrîda giran li ser tê danîn. 

Herî dawî 25'ê Adarê Rêberê Gelê Kurd bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû û axaftina bi telefonê hê neqediyayî hatibû birîn.