Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hat kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wekîlê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn roja yekşemiyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, ji bo Miduriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Sergirtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê re jî serlêdan kirin.