Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag bang hate kirin

Hate diyarkirin jiyana girtiyên nexweş Siddik Guler û Semîran Erbag di xetereyê de ye.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 354’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş civîna çapemeniyê li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler (81) ê di Girtîgeha Îskenderûna Hatayê de ye. Tê diyarkirin her ku diçe rewşa Guler giran dibe û bi mirinê re rûbirû ye. 

Endama Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di civînê de axivî û derbarê Guler de agahî da. Çevîrmen destnîşan kir ku 25 sal in Guler di girtîgehê de ye û tevî ku gelek caran ji bo berdana Guler hewldan hatine kirin jî lê nehatiye berdan. Çevîrmen anî ziman ku gelek nexweşîn bi Guler re peyda bûne û ew bi mirinê re rûbirû maye. Çevîrmen da zanîn ku Guler bi zorê diaxive û bi rê ve diçe û bang kir ku demildest Guler were berdan. 

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî di hefteya 482’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbag (33) ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E tê ragirtin. Endamê Komîsyonê Ferît Barût daxuyanî da û da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe û bi mirinê re rûbirû mane û di vê pêvajoya pandemiyê de rewşa girtiyan girantir bûye. Barût bal kişand ser rewşa Semîran Erbag ku 3 sal berê hatiye girtin û diyar kir ku gelek nexweşînên wê hene û ji ber nexweşînan dibe ku dilê wê bisekine û malbat ji rewşa keça xwe bi fikar e. Barût xwest girtiya nexweş Erbag jî di nav de divê girtiyên nexweş werin berdan.