Ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

Binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ku zêde dibe, li pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate şermezarkirin.

Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, ji bo berdana girtiyên nexweş û li dijî binpêrkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li Yenîbosna ya Stenbolê li pêşiya Saziya Tipa Edlî çalakî li dar xist.

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Bes e ji bernedana bi kêfî re, girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, piştevanî jiyanê diparêze" hatin hildan.

Parlamenter Pîroglû anî ziman ku zêdebûna zilma li girtîgehan tê wateya zêdebûna zexta li welêt û bang li xebatkarên Saziya Tipa Edlî kir ku xwedî li soza xwe derkevin û bang li Wezareta Edaletê jî kir ku girtiyên nexweş tavilê berde.

Mûsa Pîroglû diyar kir, ku eger agahiyeke nebaş ji girtîgehan bê ew ev herdu sazî berpirsyar bin û got, "Divê zanibin ku her mirina li girtîgehan tê wateya kuştinê. Yên ku dibin sedema kuştinê jî wê li pêşberî gel hesab bidin."

Piştre jî bi navê Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re daxuyaniyek hate dayin û banga xwedîderketina li girtiyan hate kirin.