Ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin

Li Stenbol û Enqereyê ji bo berdana girtiyên nexweş Ozge Ozbek û Sadî Ozdemîr daxuyanî hate dayîn.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 427’emîn de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Dermankirin maf e, nayê astengkirin û girtiyên nexweş bila bên berdan" hat vekirin. Hevseroka ÎHD'a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de ye.

Tûrgût destnîşan kir ku 6 sal û 3 meh ceza li Ozbek hatiye birîn û beriya bê girtin li Amedê wek karmendek dewletê dixebitî. Turgut da zanîn ku ûr di serê Ozbek de ye û li gel rapora wê ku nexweşxaneyê daye wê “nikare di girtîgehê de bimîne” jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora wê qebûl nake û berdana wê asteng dike. Tûrgût diyar kir ku Ozbek nikare pêdiviyên xwe rojane bi cih bîne û mafên wê tên binpêkirin. Tûrgût got tedawiya Ozbek nayê kirin û xwest ji bo tedawiya wê bê kirin demildest bê berdan. 

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 555’yemîn çalakiya Rûniştina F a her hefte li dar dixin, li ber avahiya şaxa xwe pêk anî. ÎHD’ê vê hefteyê di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşê giran ê 74 salî Sadî Ozdemîr ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankartên “Bila girtiyê nexweş Sadî Ozdemîr bê berdan” û “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin vekirin de her tim dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin berzkirin. Di daxuyaniya ku gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li bûyî de ji Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn axivî. 

Acettîn, da zanîn ku nexweşiya dil bi girtiyê nexweşê giran Sadî Ozdemîr re heye, ji sedî 98 rapora wî ya astengdariyê heye û tevî vê bêyî ku bê berdan şandine girtîgehê û li wir 4 caran krîza dil derbas kiriye. Acettîn, diyar kir ku Ozdemîr bêyî ku were girtin ji ber derbaskirina krîza dil emeliyat bûye û pîl xistine dilê wî.

Acettîn, diyar kir ku ji bo Ozdemîr sax bimîne divê xwedî parêzeke hevseng be, li cihekî dûrî stresê bijî û anî ziman ku divê tedawiya wî dereng neyê xistin. 

Acettîn, ji bo Ozdemîr û hemû girtiyên nexweş bên berdan, ji bo xwe gihandina mafê tenduristiyê bang li rayedaran kir û wiha berdewam kir: “Em careke din soza Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag a têkildarî girtiyên nexweş tînin bîra wî.”

Birayê Ozdemîr ê bijîşk Şadî Ozdemîr jî rewşa tenduristiya kekê xwe ji aliyê tibbî ve nirxand û wiha got: “Ji bo ku girtî bimîne tu sedem nînin. Heke sûcekî arasteyî wî bikin hebe jî ne di wê rewşê de ye ku delîlên sûc ji holê rake. 5 meh in girtî ye Hê îddîname nehatiye amadekirin. Em nizanin bi kîjan sûcî tê sûcdarkirin. Em dewleta hiqûqê dixwazin. Ev ne rewşeke hiqûqî ye.”