Ji bo girtiyê nexweş Demîr û Ozçelîk banga hestiyariyê

Li Enqere û Stenbolê ji bo balê bikêşin li ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya heftiyane hate lidarxistin û di çalakiyê de ji bo girtiyên nexweş Demîr û Ozçelîk banga hestiyarê hat kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 535'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk û banga hestiyariyê kir. Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtî Naîl Demîr ê ku nexweşîna penceşêrê lê peyda bûye were berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 407’emîn de çalakî li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Naîl Demîr ê rewşa wî giran e û li Girtîgeha Afyonkarahîsarê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Çalakî li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin û pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin.

Rêveberê ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku yek ji girtiyên nexweş jî Naîl Demîr e û 29 sal in girtî ye. Seylan da zanîn ku Naîl Demîr heta niha li girtîgehên bajarên Mêrsîn, Meletî, Çankiri, dîsa Malatî, Kocaelî, Bandirma û Ermenek hatiye girtin û nêzî sê sal in jî li Girtîgeha Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Seylan anî ziman ku Demîr ji ber salên dirêj e girtî ye nexweşînên giran û kronik lê peyda bûne. Seylan got nexweşîyên wek penceşêr, prostat, gurcik pê re hene û bi zehmetî jiyana xwe didomîne.

Seylan diyar kir ku 5 sal in nexweşîna penceşêra kolonê li Demîr peyda bûye û tedawiya wî nayê kirin. Seylan xwest tedawiya Demîr bê kirin û tavilê bê berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 535'emîn de li ber avahiya xwe li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Bila Girtiyê Nexweş Kemal Ozkîraz bê Berdan" û "Mafê Tedawiyê Nikare bê Astengkirin" hatin vekirin û dovîzên wêneyên girtiyên nexweş li ser wan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk ku li Girtîgeha Tîpa E ya Hejmara 1 a Tekîrdagê girtî ye hat rawestandin.

Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Endamê Komîsyona Girtiyan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ve Hatîce Onaran ve hat xwendin.

'JI BER NEXWEŞIYÊN XWE DIVÊ BI RÊK Û PÊK BÊ TEDAWÎKIRIN'

Hatîce Onaran, nexweşiyên girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk (65) wiha rêz kir: "Bi awayekî pêşketî nexweşiya têrnekirina dil, hîpertansiyon, diyabet, windakirina dîtinê ya girêdayî xitimandina demarên çav, wexmiya berbelav, nêtirkirina bêhgirtinê, jibîrkirin, windakirina wesfan a gurçikê û kevir, êşa berbelav a laşî, zehmet kişandina meş û xewê pê re hene. Beyî alîkariya kesekî nikare nikare bimeşe. Ji ber nexweşiyên xwe nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibersivîne. Bi awayekî rêk û pêk nikare dermanên xwe bi kar bîne. Ji ber nexweşiyên xwe divê bi awayekî rêk û pêk bê tedawîkirin û kontrola wî bê kirin.

BANGA HESTIYARIYÊ

Onaran da zanîn ku parêzerên Ozçelîk ji bo ku muwekîlê wan bê sewqkirin û înfaza wî bê taloqkirin serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) û Dadgeha Destûra Bingehîn dane û ji bo berdana girtiyên neşxweş banga hestiyariyê kir.

Çalakî bi dûrişmeyan bi dawî bû.