Ji bo Fermandariya Serhedê ya HPG’ê peyama pîrozbahiyê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji ber serkeftina çalakiya 17’ê Mijdarê peyama pîrozbahiyê da.

Fermadariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di peyama xwe de ya ji bo Fermandariya Eyaleta Serhedê wiha got:

‘’Di şexsê eyaleta we de di nav çarçoweya pêngava Şoreşger a Ş. Mahîr- Ş. Eylem- Ş. Argeş de du çalakiyên ku 17’ê Mijdarê yên bi ser hêzên dewleta Tirk a mêtinger de pêk hatine asta serkeftina wan zêde ye.

Li vê ser vê zemînê di çalakiya bi ser qereqola Serêkaniyê ya Bazidê de ya bi kemînê pêk hatî û çalakiya kemînê û suîkastê ya li Bazidê bi ser girê Vedat Ozkaya û hêza dijmin a ku di tevgerê de bû  derbên giran li hêzên dijimn hatine xistin.

Ji bo van çalakiyên serkeftî em fermandariya we û di şexsê we de hemû hevalên ku di vê çalakiyê de ne pîroz dikin. Em hêviya domdarkirina serkeftinê dikin.

Em şehîdên leheng ku di serî de li Tendûrekê û Agiriyê bi performansa taktîk a zêde ya tevahiya salê û bi wêrekî û biryardarî operasyonên dijmin berovajî kirine û derbên giran li dijmin dane bi bîr tînin. Em hemû hevalên ku di vê pêvajoya berxwedanê de xwedî ked in slav dikin, serkeftina mezin dixwazin.