Ji bo Fermandariya Avaşînê ya HPG’ê peyama pîrozbahiyê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel peyameke pîrozbahiyê da Fermandariya Eyaletê ya Avaşînê.

Fermandariya Navendî ya Parastina Gel ji bo Fermandariya Eyaletê ya Avaşînê peyama pîrozbahiyê da.

Di peyamê de çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên ku li Avaşînê bi mebesta operasyonê derketibûn araziyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: ‘’Li qada we bi operasyona şoreşger ya li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ku xwedêgiravî bi mebesta operasyonê derketibûn qadê,bêyî ku hûn windahiyekê bidin derba giran a ku we li hêzên artêşa Tirk xistî, bi ser de jî çûna bi ser wan de û rakirina çek û cebilxaneyê ya ji ser  wan çalakiyeke serkeftî ya şoreşger e. ‘’

Di vê çalakiya serkeftî de ji ber însîtava zêde ya ku bi gerîla re divê hebe û ji bo nîşandana giyanê Apoyî yê berz em fermandariya we û di şexsê we de hemû hevrêyên ku di vê çalakiyê de keda wan heye pîroz dikin. Em hêviya domdariya serkeftina we dikin.

Hemû hêzên eyaletê yên Avaşînê ku bi fedekarî û wêrekiyeke mezin li dijî hêzên dijmin berxwedan nîşan dan slav dikin û serkeftinên mezin hêvî dikin.’’