Ji bo Efrînê li Bremenê civîna gel pêk hat

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, li dijî dagirkirina Efrînê civîneke gel hate lidarxistin.

Li bajarê Bremen ê Elmanayyê, Meclîsa Jinê ya Sêvê û Meclîsa Jinê ya PYD'ê civîneke gel organîze kirin. Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen û pîrê Êzidiyan Ewdirrehman Hesen jî tevî bi sedan Kurdistaniyan tevlî civînê bûn.

'DIXWAZIN GUNDÊN KURDAN VALA BIKIN'

Ewdirrehman Hesen got, "Erdogan û çeteyên wî niha ji bo gundên Êzidiyan ên li Efrînê vala bikin, nahêlin ku benzîn, av û elektrîk biçin ji herêmê re. Dest datînin ser traktoran û ziyaretgehan dişewitînin, hildiweşînin." Hesen diyar kir, hewl tê dayin ku gelek Êzidiyên li Efrînê bi zorê bibin Misilman û anî ziman, nêzî 20 hezar mirovî koç kirine û hatine Ewropayê, lê li vir jî ENKS tehdeyê li wan dike.

'BERXWEDAN DEWAM DIKE'

Şahoz Hesen bal kişand ser hevkariya qirêj a dewletên Tirk û Rûs û dagirkirina Efrînê şiband dema Qirkirina Ermeniyan. Hesen destnîşan kir ku têkoşîna ji bo Efrînê bi rêbazên cuda bi rengekî bêhempa dewam dike.