Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Faîk Ozgur Erol ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Îmraliyê têne ragirtin serî hem li dozgeriyê hem jî midûriyeta girtîgehê dan.

Sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.