Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava tecrîdeke giran de ye, malbatê, parêzeran û wasiyê wî serlêdaneke nû kirin.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan.