Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja Duşemê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mazlûm Dînç û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat  Yildirim û xwişa Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.