Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.

Axaftina herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 25'ê Adarê bi rêya telefonê çêbû. Ev axaftina bi Mehmet Ocalan re nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin. Jİ 7'ê Tebaxa 2019'an ve jî serlêdanên tênekirin bê bersiv têne hiştin.