Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû hate kirin

Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo roja Duşemê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.