Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin
Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin.
Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja Duşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, tevî xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Serlêdanên parêzeran heta niha bêbersiv têne hiştin.