Ji bo çûna Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin

Muwekîlên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Mazlûm Dînç ê ku vasîsê Abdullah Ocalan e, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîke Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan. Malbatan xwestin hevdîtin roja Duşemê pêk were.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve ku bi komployeke navneteweyî hatibû girtin, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye.

Abdullah Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi birayê xwe di telefonê de axivîbû û ev hevdîtin qut bûbû.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe hevdîtin kiribûn. Hemû serlêdanên ji 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha nayên bersivandin.

Parêzeran di 22’ê Mijdarê de bi daxwaza hevdîtineke lezgîn serî li Hakîmtiya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dabûn û derketibû holê derbarê Abdullah Ocalan du biryarên qedexeya hevdîtinan hatiye dayîn. Hakîmtiya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê serlêdan red kiribû û diyar kiribû dadgehê derbarê Ocalan di 12’ê Cotmehê de biryara qedexekirina hevdîtinan a ji bo 6 mehan daye.

Heman hakîmtiyê serlêdana hevdîtinê ya malbatan jî red kiribû û biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Îmraliyê ya di 18’ê Tebaxê de hatibû dayîn wekî hincet nîşan da. Li gorî vê biryarê heta 3 mehan hevdîtin hatine qedexekirin.