Ji bo çûna Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li serdozgeriyê dan.

Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu yên ku parêzerên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Nexşerê’ li parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di sala 2009’an de zêde kiribû, di 23’ê Îlona 2020’an de hevdîtina wî ya bi parêzeran re heta 6 mehan qedexe kiribû. Qedexeya hevdîtinê di 23’ê Adarê de qediya lê dîsa jî ji bo daxwaza hevdîtinê tu bersiv nayê dayîn. 

Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in piştî 8 salan di 2-22’ê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe hevdîtin kiribûn.