Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê tûrnûvaya futbolê pêk hat

Li Berlînê, di şexsê Şehîd Navdar Serhat de ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê tûrnûvaya futbolê hate lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, di şexsê Navdar Serhat de ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin.

Tûrnûva ji aliyê Ciwanên Azad-Berlînê ve hate organîzekirin û bavê Navdar Serhat Îbrahîm Ozsûlar, nûnerên NAV-DEM, Meclîsa Jinê ya DEST DAN, PYD Berlîn û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

20 tîmên futbolê tevlî pêşbirkê bû û di encamê de tîma Kurd-Postzdam bi ser ket. Xebatspor bû duyemîn, Mala Beyrê bû sêyemîn. Bavê Navdar Serhat Îbrahîm Ozsûlar, ji TJK-E Nûpel Mûnzûr û siyasetmedarê Kurd Sînan Onal xelatên tîmên serketî radestî wan kirin.

Tûrnûva bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.