Ji bo azadiya Ocalan li Parîsê çalakiyek hate lidarxistin

Li paytext Parîs a Fansayê ji bo balkişandina li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî çalakiyekî bi tûra bisikletan hate lidarxisit.

Bi tevlîbûna xebatkarên meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya girêdayî Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi dehan bisikletan li cihê herî qelebalix Rerpûblîqûe, Opera, Chatlet û Champs Elysee yê bi tûra bisikletan balkişandin li ser tecrîda li ser Ocalan.

Di çalakiya gelê Fransa û turîstên derdor eleqeyekî mezin nîşan dayî de, li xwekirina tîşortên wêneyên Ocalan li ser, al û dovîzên ku wêneyên Ocalan li ser hate rakirin û dirûşmeyên ji Ocalan re azadî hate berzkirin.