Ji bo Şehîd Amara Rûbar û Rûken Gabar konê sersaxiyê hat vedan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar ên ku li Cûdî şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hate vedan.

Li Wargeha Mexmûrê ji bo Şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar ên ku li Cûdî şehîd bûn, kona sersaxiyê hate vedan. Sazî û şeniyên wargehê serdana konê kirin.

Beriya ku axafin were kirin, di kesayeta herdu şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara axivî û hemû şehîdên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine bi bîr anî û wiha got: “Em xwedî dijminekî barbar, faşîst, qirker û şerekî bê edalet re rû bi rû ne. Ji ber wê êş û azarên me pir giranin. Lê em jî dixwazin welatekê azad bikin û di vê cîhanê de bibin xwedî statûyekê. Em li hember dewletên barbar ji bo azadiya xwe têdikoşin. Em ê di vê sedsala 21. de bibin xwedî nirx, statû û hebûn. Em dûbare dibêjin serê Rêbertiya me saxbe, serê rêhevalên wan, serê malbata hêja û tevahî gelê Kurd yê welatparêz saxbe.”

Her wiha li ser navê malbatê jî bavê Şehîd Amara Rûbar, Ehmed Kapar axivî û destpêkê xêrhatina kesên amade kir û got: “Emê heta dawiyê li pey şehîdên xwe bin, em hemû şirîkê vê xemê û vê têkoşînêne. Ev têkoşîn, mirin û mayîn ya me hemûyan e, em ê heta dawiyê li pey şopa wan bin.”

Li sernavê malbata şehîd Rûken Gabar, Hamîd Otun axivî û got: “Serê mîmarê azadiyê Serok Apo saxbe, serê heval û hogirên wê yên ku di çeperan de li ber xwe didin saxbe. Ne şehîda me tenê ye, ya tevahî gelê Kurd e, şehîd namirin hûn hemû bixêr hatin.”

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.