Ji bo 72 çalakvanên ku dest bi greva birçîbûnê kirinî bang hat kirin

Hate ragihandin ku rewşa tendirustiya 72 girtiyên Behdînanê ku ji 6’ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê kiribûn nebaş e û bang li rayedaran hat kirin.

Çalakê mafê mirovan ragihand ku 72 girtiyên Behdînanê 6’ê Îlonê dest bi grevê kirine û rewşa tendirustiya wan gelek xirab e. Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd têkildarê rewşa tendirustiya girtiyan ku di greva birsîbûnê de ne anî ziman ku rewşa wan nebaş e û bedana hindek ji wan daketiye 40 kîlogreman.

JI RAYEDARAN RE BANG

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan  Eyhan Seîd di daxuyaniya xwe wiha tîne ziman: “Bi navê xizmên girtiyên Behdînan daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Kurdistanê, Iraqê, Desthilata Pêkanînê, Dadwerî û nûnerên welatan ên li Hewlêr û Bexdayê, Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku serdana girtiyên Behdînan ên bi neheq hatine girtin bikin û zextê bikin ku mafên wan ên yasayî werin dayîn.”

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan  Eyhan Seîd daxwaz kir ku ev her 4 daxwazên girtiyên Behdînan were pêkanîn.

Rê were dayîn girtî bikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.

Girtî ji Girtîgeha Asayîşê werin veguhestina Girtîgeha Çaksazî ya Gewran, ji ber ku Girtîgeha Asayîşê gelek xerabe.

Dadgeha Giştî dosya wan çareser bike ku zêdetirî salekê ye ku bi zanebûn nayên dadgehkirn.

Hemû girtiyên sivîl in û ti belgeyek li ser wan nîne ku sûcdar bin. Lewma divê li gorî yasaya hejmara 35 a rojnamegerî ya Kurdî û yasaya hejmar 11 ya xwepêşdanê werin dadgehkirn. Ne yasaya 1 a hejmara 21 ya sala 2003’yan a têkdana asayîşa herêmê.

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan  Eyhan Seîd diyar kir ku ji 6’ê Îlonê ve 72 girtiyên Behdînan ku ji rojnameger, aktîvîst, mamosta, pêşmergeyên derîn û nivîskaran pêk tê dest bi grevê kirine.