Ji ber nûçeya ‘avêtina ji helîkopterê’ lêpirsîn li rojnameger Ferhat Çelîk hate vekirin

Bi hinceta nûçeya ku li Wanê du kes ji helîkopterê hatibûn avêtin, derbarê Midûrê Karê Nivîsaran a Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk lêpirsîn hate vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji ber nûçeya destgîrkirina nûçegihanên ku li ser Osman Şîban û Servet Tûrgût ên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin nûçe çêkiribûn, bi hinceta nûçeya ‘Fermana destgîrkirina rojnamegeran ji heman cihî hate dayîn’ derbarê Midûrê Karê Nivîsaran a Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk lêpirsîn hate vekirin. Çelîk çû Amîrtiya Polîsan a Ferîkoyê û îfade da.

Çelîk di îfadeya xwe de diyar kir ku ev bûyer nûçe ye û ji ber vê wî ev tişt kiriye nûçe û got “Li gorî qanûna çapemeniyê û îçtîhatên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê em mafê xwe yê azadiya çapemeniyê û nûçegîhaniyê bi kar tînin. Di vê nûçeyê de tu sûc tune.”