Ji ber nivîsandina nameya bi Kurdî cezayê hucreyê li girtiyekî hate birîn

Ji ber ku bi Kurdî nameyek nivîsand 11 rojan cezayê hucreyê li girtiyê bi navê Hasan Kiliç hate birîn.

Hasan Kiliç ê li Girtîgeha Tîpa T ya Jimare 2 ya Bûnyan a Kayseriyê de girtî ye, di axaftina bi telefonê de ya bi malbatê re diyar kir ji ber ku bi Kurdî nameyek nivîsandiye bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kiriye" 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Kiliç diyar kir ku ji ber nameya ku dema li Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê girtîbû, der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin û got ku piştî sewqî Qeyseriyê hatiye kirin cezayê wî hatiye erêkirin û ji ber vê yekê ew xistine hucreyê.

Kiliç got, "Min ji hevalên xwe re name şand. Îdareyê bi gotina 'propaganda'yê desteser kir. Propaganda jî tunebû. Tişta ku min nivîsandibû diket nav azadiya fikrî. Ya duyemîn jî min li ser girtîgehan skêç nivîsandibû. Di skêçê de ji bo bîranîna hevalên xwe min nivîseke bîranînê nivîsandibû. Di skêçê de temaşevan jî bi telefonê tevlî bernameyê dibe. Bi hinceta ku di qawîşa me de telefon heye, di qawîşê dest bi lêgerînê kirin. Her tiştên me belav kirin. Dest danîbûn ser nameyên me jî.”

 Kiliç, da zanîn ku nameya wî hatiye nivisandin û desteserkirin, ji ber ku wî name bi Kurdî nivîsandiye cezayê hucreya yekkesî lê hatiye birîn.