Bi hinceta li karwana qeyûm nihêrî hate destgîrkirin

Rêveberê HDP’a Cizîrê Botan Em bi hêceta ku li karwana qeyûm nihêriye hatiye destgîrkirin û piştî îfadeyên wî girtine hatiye berdan.

Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Cizîrê Botan Em (25) duh bi hêceta ku li konvoya wesayîtan a qeyûm û qeymeqamê Cizîrê Mehmet Tunç nihêriye hat destgîrkirin. Polîsên tîmên taybet wî wî binçav kirine û birine Midûriyeta Polîsan a Cizîrê û piştî îfadeyên wî girtin hat berdan. 

Em diyar kir ku duh serê sibê dema ew li ser kolana Orhan Dogan dimeşiya konvoya qeyûm di ber de derbas bûye û lê nihêriye û ji ber vê yekê polîsên tîmên taybet wî binçav kirine. Em anî ziman ku li gel ew nesekiniye û rêya xwe dewam kiriye jî lê piştî ku konvoy bi qasî 100-150 metreyan dûr bûne, ji pişt ve polîsên tîmên taybet hatine berê çekên xwe dane serê û li serê lêgerîn kirine. Em got ku polîsan bi dafdanê wî heta avahiya qeymeqamiyê birine û dema wî pirs kiriye çi bûye polîsan jê re gotiye, “Te çima li konvoyê nihêriye.” Em da zanîn ku polîsan bi darê zorê bi sifata “gumanbar” li wesayîta zirxî siwar kirine û birine midûriyetê. Em got polîsan muameleya ku “sûcek” hatibe kirin li hemberî wî tevgeriyan e û polîsan li midûriyetê zextan li serê kirine. Em da zanîn ku polîsên li Cizîrê tenê ne li hember wî wiha tevdigerin li hemberî hemû welatiyan wisa tevdigerin.