Ji ber ku li dawetê bi Kurdî stran got, hate destgîrkirin
Stranbêj Veysî Belketin ji ber ku li dawetekê bi Kurdî stran got, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hate destgîrkirin.
Stranbêj Veysî Belketin ji ber ku li dawetekê bi Kurdî stran got, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hate destgîrkirin.
Stranbêj Veysî Belketin, ji ber ku doh êvarê li taxa Ovaeymîr a navçeya Efeler a Aydinê li dawetekê bi Kurdî stran got, piştî dawetê hate destgîrkirin. Bi îdîaya "propaganda rêxistinê" ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Aydinê.
Tê payin ku Veysî Belketin derxînin pêşberî dozgeriyê.