Ji ber ji kujere gote kujer lêpirsîn li Bûldan vekirin

Serdozgeriya Komara Tirk ya Îzmîrê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan de bi îdiaya ku di dema darizandina kuştina doza Denîz Poyraz de "Gotin û tevgerekî heqaretî nîşan de ye " lêpîrsin da destpêkirin.

Danişîna ewil a doza der barê kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer de hatiye vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê hate dîtin. Serdozgeriya Komara Tirk ya Îzmîrê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan de bi îdiaya ku di dema darizandina kuştina doza Denîz Poyraz de "Gotin û tevgerekî heqaretî nîşan de ye " lêpîrsin da destpêkirin.

Her wiha der barê kesên di danaşînê de dîmen girtine jî lêpirsîn hate vekirin.

BÛLDAN ÇI GOTÎ BÛ?

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li hemberî helwesta nerm a Serokê Dadgehê ya li hemberî kujer Onur Gencer ev tişt got: “Vî kesî li Minbicê perwerde girtiye. Endamê DAIŞ’ê ye. Hûn nikarin evqas rehet nêz bibin. Divê hûn weke kujer nêzî vî kesî bibin.“