Ji ber ‘ecibandineke’ di facebookê de ceza dan hevseroka HDP’ê
Hevseroka Wanê ya HDP’ê Yadîşen Karabûlak ji ber ecibandineke di facebookê de cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Hevseroka Wanê ya HDP’ê Yadîşen Karabûlak ji ber ecibandineke di facebookê de cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Hevseroka Wanê ya HDP’ê Yadîşen Karabûlak ji ber ecibandineke di facebookê de doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Wanê hate kirin.
Heyeta dadgehê li Tirkiyeyê biryareke yekemîn da. Heyetê ji ber ecibandineke di facebookê de salek û sê meh cezayê girtîgehê da.
Parêzerê Karabûlak Şevket Tûcî nerazîbûn nîşanî dozê da û got ku “Bêyî ku hêmanên zagonî yên sûc çêbibe, cezayekî neheq hatiye dayîn.”