Ji ber axaftina bi Kurdî êrîşî girtiyên di greva birçîbûnê de tê kirin

Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Eregliyê ya ku greva birçîbûnê lê didome, gardiyanan êrîşî girtiyên bi Kurdî diaxivin kir.

Ji bo protestokirina şert û mercên giran ên tecrîdê û binpêkirina mafan, 40 girtiyan di 4’ê Cotmehê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Zêde ya Eregliya Konyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan didome. Yakûp Brûkanli yê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ew jî tevlî greva birçîbûnê bûbû, di 28’ê Cotmehê de li dijî tecrîda girankirî xwe şewitandibû.

Malbatên girtiyan da zanîn ku li girtîgehê şert û mercên giran ên tecrîdê hene û ev agahî parve kirin: “Her roj ji girtîgehên cuda girtiyan tînin û têxin hucreyên yekkesî. Girtîgeh, weke hucreyên yekkesî hatiye avakirin û ji vê re dibêjin ‘qawîşên yekkes.’ Dema bi rayedarê girtîgehê re diaxivin, jê re dibêjin; ‘Hûn wê di hucreyên yekkesî de bên ragirtin û ji bilî vê tu rêyeke din nîne.’ Di wan hucreyan de gelemperî tiştek tune û girtî her tiştekî bi pereyên xwe dikirin. Weke mînak; ji bo vexwarina çayê neçar in ku semawer, îskan û hwd. bikirin. Gotin ku rewşa wan a li girtîgehê baş nîne. Pêdiviyên wan ên herî jiyanî jî nayên dayîn. Gelek kes li girtîgehê hene ku rewşa wan rê nade ku van tiştan bikirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a girtiyan didome. Her wiha girtiyên nexweş jî dibêjin ku wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin.” 

Bi domdarî malbatên girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hewl dide peywendiyên di navbera girtiyan de bi tevahî ji holê rake û ev agahî dan: “Dema Yakûp Brûkanli ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû dibirin revîrê, girtiyan hewl dan rewşa wî jê bipirsin. Di vê navberê de li dijî girtiyan êrişeke dijwar hat kirin. Ji gardiyanan yekî jê got; ‘jixwe ji bo ku hûn bi hev re neaxivin me hûn girtine hucreyên yekkesî, lewma hûn nikarin biaxivin.’ Girtiyan got ku bi taybet jî dema di navbera xwe de bi Kurdî diaxivin, rastî êrişên dijwar tên. Kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin. Dixwazin peywendiyên di navbera girtiyan de bi tevahî qut bikin û vîna girtiyan têk bibin.” 

Malbatan, destnîşan kir ku rewşa Yakûp Brûkanli giran e û wiha bi dawî kirin: “Tê gotin ku dest û milê Yakûp nagirin. Pişta wî şewitiye, li ser tevahiya laşê wî birînên sotinê hene. Girtiyan got ku rewşa Yakûp giran e. Heta nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî jî bi cih bîne. Divê teqez bibin nexweşxaneyê. Dibe ku rewşa wî hêj xerabtir bibe. Rîsk heye ku li wir bi enfeksiyonê bikeve.”