Ji Îzmîrê banga tevlîbûna 'Meşa Gemlîkê' hat kirin

Li Îzmîrê di civîna çapemeniyê de ji bo tevlîbûna "Meşa Gemlîkê" ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bang hate kirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12’ê Hezîranê de wê ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê meş were lidarxistin.

Civîn bi hevkariya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meclîsa Bajar a Îzmîrê, Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Nûnerên Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) û (EGE-TUHAYDER) pêk hat.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr de pankarta "Li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" hat daliqandin.

Li ser navê saziyan Hevseroka Bajêr a HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk daxuyanî da. Çelîk, anî ziman ku hikûmetê Tirkiye kişandiye nava krîzeke piralî ya ku ji hev nayê veqetandin û diyar kir ku sedema bingehîn a van krîzên sîstematîk, xitimandina pirsgirêka Kurd e.

Çelîk bi bîr xist ku ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin û ev bang kir:

“Em tim û tim dubare dikin ku em ji vê rewşê bi fikar in. Ji bo em vê fikar û îtîrazê bînin ziman, em di 12'ê Hezîranê de ber bi Gemlîkê ve dimeşin, em bi dirûşma 'Li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin!' li dar dixin. Em bang li hemû derdorên hestiyar, hêzên dost û raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlîkê. Weke Herêma Egeyê em ê roja Şemiyê saet di 19.00 de li ber avahiya navçeya xwe ya li Bayrakli-Yamanlar bên cem hev û beşdar bibin. Em bang li hemû gelê xwe û saziyên demokratîk ên li Îzmîrê dikin ku piştgiriyê bidin meşa me. Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin, heta azadiyê bimeşin."

Hevberdevkê Meclîsa Bajêr a HDK'a Îzmîrê Sabrî Gul jî got, "Tecrîda li ser Ocalan ne ji bo kesekî, ji bo civakê ye. Li erdnîgariya ku em lê dijîn ev tecrîd dibe sedema şer, qetlîamên jinan, destgîrkirin û girtinan. Azadî azadiya civakê ye. Em hêvî dikin ku hemû gel beşdarî meşa di 12'ê Hezîranê de bibin."