Agahî ji 3 girtiyan nayê girtin

Hat diyarkirin ku 3 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Afyonê dest bi greva birçîbûnê kirine, bi îşkenceyê ji qawîşên wan hatine derxistin û agahî ji wan nayê girtin.

Hate hînbûn ku Rizgar Tûrhan, Cumalî Yildirim û Mehmet Emîn ên di 25’ê Gulanê de li dijî pêkanînên îşkenceyê yên li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê ya Jimare 1’an dest bi greva birçîbûnê kiribûn, di 26’ê Gulanê de rastî îşkenceyê hatin û bi zorê ji qawîşên xwe hatin derxistin. Dayika yek ji girtiyan Rizgar Tûrhan, Şehrîban Tûrhan diyar kir ku parêzer li wan geriyaye û der barê rewşê de agahî daye wan û got: “Parêzeran ji me re gotin ‘Bi şev ketine qawişan û îşkence li herkesê kirine. Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim û Mehmet Emîn girtine û birine’ Ji wê rojê ve em agahiyê jê nagirin. Em gelek bifikarin.”

Tûrhan diyar kir ku îdareya girtîgehê geriyan e lê nehatine agahdarkirin û wiha got: “Birine li ku derê û di çi rewşê de ne tu agahiya me nîne. Ne agahdarkirina wan me zêdetir têxe nava fikaran. Bila têkildarî rewşa wan bi lez me agahdar bikin.”

Tûrhan bang li raya giştî kir ku li hemberî îşkenceyên li girtîgehan bi hestiyar bin.