Jelpke: Polîsên Elman daxuyaniya hikûmetê ya ji bo YPG'ê tine hesiband

Parlementera Elman Ûlla Jelpke ya serdegirtina polîsan a li Munîh a bi hinceta ala YPG’ê bi zimanekî tuj şermezar kir û got: “Hikûmetê ragihandibû hilgirtina ala YPG’ê tenê di xwepêşanadanan de qedexe ye, bi vê serdegirtinê polîsan hikûmet tine hesiband."

Duh sibehê polîsên Elman li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi hinceta ala YPG’ê avêtin ser mala Narges Nassîmî û Kerem Schamberger ên hevalên hev û çepgirên aktivîst.

Serdegirtina ku tîmên taybet jî beşdar bûn, endama Meclîsa Ferderal a Partya Çep Ûlla Jelpke ev serdegirtin bi tuj şermezar kir. Jelpke ev bang li hikûmeta federal û hêzên dewletê kirin: “Kirina hincet a alên YPG’ê, dev ji kirîmînalîzekirina mirovan berdin.” Jelpke bal kişand ser têkoşîna YPG’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê.

 ‘HIKÛMETA FEDERAL TÊKOŞÎNA BI DEIŞ’Ê RE LI GEL KÊ YE?’

Parlemetera Elman diyar kir ku niha YPG’ bi piştgiriya çekên DYA’yê li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û Reqayê rizgar dikin. Jelpek got: “Di dem û pêvajoyekî ewqas girîng de hêzên polîsên Eyaleta Bayern bi hinceta parvekirina alên YPG’ê ya li ser tevna civakî Facebookê, bi ser malên aktivîstên çepgirt de digrin.

Jelpke di axaftina xwe de ev tişt got: “Divê demê ku Erdogan piştgiriyê dide komên terorîst bi awayekî cidî dixwazim vê ji hikûmeta federal re bêjim; di têkoşîna bi DAIŞ’ê re hûn li gel kê ne? Li Munîhê serdegirtin bi hinceta qedexeya PKK’ê hatiye kirin. Lê tikildarî mijarê beriya niha di pêşnûmepirsek ku pêşkêşî hikûmetê hatibû kirin de bersiva hatibû dayîn ala YPG’ê li Elmanyayê ne qedexe ye, hatibû dayîn.

Hikûmet bi hinceta qedexeya PKK’ê, ala YPG’ê jî dike hedef. Serdegirtina polîsên Bayernê hiqûqa dewletê bin pê kirine.”

POLÎSAN DI SERDEGIRTINÊ DE NÊZÎKATIYÊN DERQANÛNÎ Û MIROVÎ KIRIN

Jelpke diyar kir ku di serdegirtinê de polîsan dest danîne ser kompîter, hart dîsk,filaş û telefonan. Nerges Nassîmî têkildarî serdegirtinê li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku di saetên zû yên sibehê de bi awayekî pir xurt li derî xistin û wiha pêde çû:

"Polîsan kirin qareqar û gotin, eger derî venekin ew ê bişikînin. Hê me kincê xwe baş li xwe nekir, neçar man derî vekin. Di destê polîsan de destûra lêgerînê tine bû û em li dijî vê derketin. Piştre min got ez ê biçim tiwaletê, wan jî gotin wê polîsek bi min re bê tiwaletê. Bi vî awayî li derveyî însanî û hiqûqê nêzî me bûn."

Schamberger anî ziman, ku wî jî weke bi deh hezaran kesên li Elmanayê ala YPG'ê li hesabê Facebookê par ve kiriye û ev yek ne sûc e, lê helwesteke bi rûmet e. Schamberger piştre li binê îlana lêpirsîna der heqê wan de hatiye vekirin şervanên YPJ'ê û ala YPJ'ê parve kir û helwesta polîsê Elman şermezar kir.