Iraqê li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk kir: Bila tavilê ji Iraqê derkevin

Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk a dagirker kir û jê xwest, ku hêzên dewleta Tirk ên li nava xaka Iraqê ne tavilê bêne derxistin.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrêw Kurdistanê û Iraqê bû mijara rûniştineke Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum li rûniştinê axivî û diyar kir ku bahaneyên dewleta Tirk nerast in û xwest ku artêşa Tirk tavilê ji xaka Iraqê derkeve.

Di civînê de Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û binpêkirina serweriya xaka Iraqê bi rengekî fermî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk kir.

Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum diyar kir ku Iraq girêdayî vegerandina wan Iraqiyên li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ye.