Iraqê leşker şand Kerkûkê, pêşmerge ji Pirdê vekişiya

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê sewqiyat li bajarê Kerkûkê kiriye. Ji aliyê din ve jî pêşmerge ji Pirdê dîsa vekişiyan.

Hêzên Heşdî Şabî di destê sibehê de ji Kerkûkê vekişiyan û xwe li Keywan, balefirgeh û Esker Xalidê bi cih kirin.

Ji dêvila Heşdî Şabiyê hêzên artêşa Iraqê ya ku li Tozawa bû, li Kerkûkê xwe bi cih kir. Tozawa biryargeha fermandarê Yekîneya Pêşmergeyan a 70’emîn a Şêx Cafer Şêx Mûstafa ye.

Bendên kontrolê yên ku Heşdî Şabî li Kerkûkê berdaye niha di destê Yekîneyên Antîteror ên Iraqê de ye.

PÊŞMERGE JI PIRDÊ VEKIŞIYAN

Ji duh êvarê ve hêzê pêşmerge xwe li Pirdê (Pirdê 40 kîlometre dûrî Hewlêrê ye) bi cih kiribû û Heşdî Şabî û artêşa Iraqê berê xwe da vir. Piştî ku çend hawan hate avêtin, pêşmerge ji vê derê vekişiyan. Lê hat ragihandin ku Heşdî Şabî neketiye bajêr û li bajêr tenê gel heye.