Iraq wê bi hikûmetek çawa dest bi kar bike?

Parlamenta Iraqê di encama aloziyan de serokê parlamentê hate hilbijartin. Niha bal li ser hilbijartina Serokkomar û avakirina hikumeta nû ye.

Iraq 10’ê Cotmeha 2021’ê bi nakokî û xwepêşandanan hilbijartin kir. Her çendî ji ber gendelî, nelirêtî û diziyê rêjeyek zêde ya gel neçûbe ser sindoqan jî û ev hilbijartin protesto kiribe, ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve rêjeya bejdarbûnê weke sedî 44 hate nişandan.

Di demê dawî de ji bo hikûmeta nû û serokê parlementoyê bê hilbijartin tirafîkek zêde ya nava aliyên Iraqî de pêk hat. 

Duh rûniştina yekem a Parlementoyê pêk hat û ev rûniştin jî bi aloziyan derbas bû.

Di vê rûniştinê de Mihemed Helbûsî weke Serokê Parlementoya Iraqê ji bo cara duyemîn hate hilbijartin û ji bo alîkarên wî jî di rêza yekem de Zamîl Hakim Şiblawî û di rêza duyemîn de jî Şaxewan Ebdulah Delo hatin hilbijartin.

Piştî vê hilbijartinê çav li diyarkirina Serokkomariyê ye. 

Li gorî sîstema Iraqê Serokwezîr Şîa, Serokê Parlementoyê Sûne û Serokkomarî jî mafê Kurdan e.  Di nava Kurdan de jî para Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Aliyê Kurd PDK û YNK jî di civîna xwe ya li Silêmanî de, diyar kir ku armanca wan a esasî posta Serokkomarî û gelek wezîran bigire ye. Ji bo vê li hevkirinek pêkhatiye ku yek deng bin.

Piştî hilbijartina Serokê Parlementoyê Mihemed Helbûsî ji bo diyarkirina posta serokkomariyê 15 roj diyar dike.

Heta niha ji bo vê postê bi awayekî fermî navek nehatiye diyarkirin. Lê Serokkomarê Berê yê Iraqê Berhem Salih ku ser bi YNK’ê ye, dixwaze posta xwe dewam bike.

Li gorî sîstema Iraqê piştî ku serokkomar hate diyarkirin û şûnde li Parlementoyê aliyê herî zêde xwedî deng wê serokwezîrê nû yên Iraqê hilbijare. Dema ku serokwezîr jî hate hilbijartin serokkomar ji bo avakirina hikûmetê 15 rojan diyar dike ku hikûmeta nû ava bike. Eger ku di nava 15 rojan de neyê avakirin, 15 roj din tê dayîn. Lê ku di vê pêvajoya hate diyarkirin de eger hikûmet nehate avakirin, serokkomar ji bo hikûmeta nû dikeve nava tevgerê.

Di vê pêvajoyê de ku li Iraqê krîzên aborî, civakî û nebûna xizmetguzarî her wiha xwepêşanan heye, pirsa herî girîng ew e ku wê hikûmetek çawa bê avakirin û çareseriyeke çawa ji bo van krîzan bibîne ye.

Her wiha wê bikare aramî û serweriya xaka Iraqê ji êrîşan, taybet bikare pêşiya êrîşên Tirkiye ya li ser serweriya xaka Iraqê bigire.