NÛ BÛ-Iraq ji bo dargirkeriya Tirkiye hêzên parastinê li ser sînor bi cih bike

Encumena Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Iraqê wê biryara ku li ser sînorê Iraqê û Tirkiyeyê hêzên parastinê bi cih bikin da.

Navenda ragihandinê ya Serokwezîriyê ya Heyder Ebadî ragihand ku Encumena Asayîşa Nîştîmanî û Serokwezîr û hinek fermandar leşkerî yên Iraqê ji bo dagirkeriya dewleta Tirkiye ya xaka Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê civiyane.

Li gorî peyaman ku ji aliyê encumenê ve hatiye belavkirin biyar hatiye girtin ku hêzên parastina sînor wê li ser sînorê Iraq û Tirkiye ji parastina sînor û her hewldanekî dagirkeriyê wê bê bicihkirin. Ji bo ketina meryetê jî hemû amadekarî hatine kirin.

Her wiha di dewama peyamê de jî hatiye destnîşankirin ku Wezareta Karê Derve ya Iraqê binpêkirinên dewleta Tirk û derbaskirina sînorê Iraqê bi rapor û belgeyên ku berhevkiriye pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û Encumena Asayîşa Navneteweyî bike.

Tevî van hemû bûyeran, dewleta Tirk a ku salên dirêj bi taybet van salên dawî bi dehan car sînorên esmanî û bejahî yên xaka Iraqê derbas kiriye. Dîsa li gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê navendên îstixbarat û sîxûriyê dane avakirin. Her wiha li gel van êrîşên dagirkeriyê jî dewleta Tirk bi taybet MÎT’ê hêzeke ji 600 kesî ku di bin navê hêzên parastina Tirkmen de li Kerkûkê komên çete ava kirine.

Her wiha di civînê de encumena asayîşa Iraqê li ser xwepêşandanên Besra jî rawestiyane û hatiye diyarkirin ku parastina welatiyên sivîl, sazî û dezgayên hikûmî.

Di vê civînê de li gel Serokwezîr Ebadî, fermandarên leşkerî û hêzên parastina Iraqê jî amade bûn.

BIRYARÊN HATIN GIRTIN

Di civînê de ev biryar hatine girtin:

“Wezareta Karê Hundirîn ji bo ji nû ve rêkxistinkirina polîsên federal xebat dana kirin.

Wezareta Karê Derve îxlalên Tirkiyeyê ya derbaskirina qada hewayî ya Iraqê bi belgeyan pêşkêşkirina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclîsa Ewlekariya Nîştîmanî.

Bi armanca ewlekariya sînorê Iraq-Tirkiye û pêşîgirtina îxlalan, tevahiya sînor leşker bicihkirin û ji bo pêwîstiyên wan bên bicihanîn amadekarî kirin.

Di navbera Wezîrê Karê Hundir ê Iraq û Macarîstanê Ji bo hevdîtina ‘pêşnûmeya lihevkirinê ya li hev bawerbûnê’ û erêkirinê, raye dayîna Wezareta Karê Hundirîn.”

TIRKIYE BI SALAN E DAGIRKER E

Tirkiye ji sala 1997’an ve bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava dike û dagirkeriyê dike. Heta niha biqasî tê zanîn 22 baregeh li Zaxo, Dihok, Bamernê, Amêdiyê û Şêladizê hene. Ji sala 2014’an û vir ve li derdora Başîkayê hêzên xwe bi cih kiriye, li vir kiryarên qirêj kirine.

Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûr û Iraqê beriya niha bi dehan car bûye sedema gotûbêjên di navbera Tirkiye û Iraqê de. Iraq her kêliyê daxwaz kirin ku ev hêz li ser xaka wan biçe der, ev cara yekem e ku bi belgeyan serî li NY’yê dide.