Iraq dixwaze teknolojiya pêşketî ya leşkerî bikire

Rayedarên Iraqê radigihînin ku ew dixwazin teknolojiya şer (leşkerî) ya pêşketî yên wek balafirên bêmirov û pergala parastina asîmanî bikirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Leşkerî yên Iraqê Yehya Resûl bi rêya ragihandina fermî ya Iraqê diyar kir ku hikumeta Iraqê ligel wezareta parastinê dest bi hewldana bidest xistina teknolojiya leşkerî ya pêşketî yên wek balafirên bêmirov kiriye.

Resûl her wiha dibêje ku ji bo kirîna balafirên şer jî, ji bilî lihevkirina bi Emerîkayê re kirine heya niha ti lihevkirineke nû çênekirine. Her wiha diyar dike ku ew ê pergala parastina asîmanî ya pêşketî ji Fransa û çend welatên din bikirin.

Têkildarê vê mijarê Resûl tîne ziman ku wan ji bo kirîna balafirên şer yên pir fonksyonel, ligel çendîn welatan dest bi gotubêjê kirine.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku di meha beriya niha de rayedarên Iraqê ji bo kirîna teknolojiyên leşkerî bi taybetî balafirên keşfê yê bêmirov ên bêçek û biçek, serdana fuara kel û pelên leşkerî ya li bajarê Stenbol a Tirkiyê kiribû û bi rayedanên leşkerî yên Tirkiyeyê hevdîtin pêk anî bûn.