Iraq di avakirina hikûmetê de xitimî ye

Tevî ku sê meh qediya jî, aliyên Iraqî li ser avakirina hikûmetê li hev nakin. Mijara serokkomariyê jî bûye girêkor.

Piştî xwepêşandan û aloziyên Iraqê Mûstefa El Kazimî soz dabû ku hilbijartinek pêşwext û adil pêk bîne. Di vê çarçoveyê de 10’ê Cotmeha 2021’ê li Iraqê hilbijartin hate kirin. 

Tevî ku hilbijartin di demê xwe de hatibe kirin jî, lê gel neçûn ser sindoqan û vê hilbijartinê weke sembolik binav kir û diyar kirin ku wê ev hilbijartin adil nebe û ne di xizmeta gel de ye. 

Li gorî daneyên koalîsyona hilbijartinê ji sedî 44 deng hatine dayîn. Lê rastî ev nîn e, hejmarek pir kêm çûne ser sindoqan. 

Di roja îro de hemû alî li ser avakirina hikûmetê civînan li ser hev dikin, îtifaq li ser îtifaqan li hev dikin ku Nûne an Şîa hikûmetê ava bikin. Dîsa yek ji mijra geş û gur jî di mijara avakirina hikûmetê de erka serokkomariyê ye. 

Li gorî sîstema Iraqê Serokwezîr Şîa, Serokê Parlementoyê Sûne û Serokkomarî jî mafê Kurdan e. Di nava Kurdan de jî para Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

SEROKÊ PARLEMENTO Û ALÎKAR HATIN HILBIJARTIN; LÊ ERKA WAN HATE SEKINANDIN

9’ê Çileyê civîna yekem ya Parlementoya Iraqê pêk hat tevî ku alozî derket jî, Mihemed Helbûsî bi 200 dengî ji bo cara duyem bo serokatiya parlementoyê hate hilbijartin. Ji bo alîkarên wî jî di rêza yekem de Zamîl Hakim Şiblawî û di rêza duyemîn de jî Şaxewan Ebdulah Delo hatin hilbijartin.

Dadgeha Federal a Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand wan biryara rawestandina karên desteya nû ya serokatiya parlementoya Iraqê ku roja 9’ê Çile hat hilbijartin ji bo demkî rawestandine. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev biryar li ser gilîkirina du parlementerên bi navê Mehmud Meşhedanî û Basim Xişan ên ji ber bûyerên nava parlementoyê de rûdan, hatiye dayîn.

Parêzerên her du parlementaran jî diyarkirine ku di civîna parlementoyê de binpêkirina yasayî û destûrî hatiye kirin.

ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYA ŞÎA Û SADIR NÊZÎ HEV DIBIN

Li aliyên din ji bo hikûmet bê avakirin û piranî destê aliyekê de be civîn li ser civînê û lihevkirinên nû pêk tên. Di vê çarçoveyê de Parlamenterê Dewleta Yasa Faîr Mixîf Ciburî diyar kir ku di nava Çarçoveya Hemahengiya Şieyan û Tevgera Sadir de nêzikbûn heye.

Parlamenterê Dewleta Yasa Faîr Mixîf Ciburî ku Endamê Çarçoveya Hemahengiya Şieyane ji Medya Iraqê re axivî û anî ziman ku di nava Çarçoveya Hemahengiya Şieyan û Tevgera Sadir de nêzikbûn heye û wê ji bo xizmetkirina xelkê bigihêjin yekdengiyek siyasî.

Parlamenterê Dewleta Yasa Faîr Mixîf Ciburî got: “Civîn û guftûgoyên Çarçoveya Hemahengî berdewam dikin. Nabe Çarçoveya Hemehengî ji proseya siyasî were dûrxistin. Ji ber ku wê nûnertiya şîeyan ne temam bibe û di berjewendiyên xelkê de nîne. Nabe medya careke din kolanan bêxe tevgerê.”

Her çiqas berê di navbera Çarçoveya Hemahengî ya Şîe û Tevgera Sadir de civîn pêk hatibin, lê civîna 9’ê Çile ya Parlamentoya Iraqê rewş aloz kir, lihevkirina di navbera Sadir, Sûne û PDK’ê de eşkere bû.

HEVDÎTINÊN NÛ

Çarçoveya Hemahengî ya Şîe herî dawî rojên borî li gel Emar Hekîm civiya. Her di vê çarçoveyê de duh şev Lîderê Tevgera El Fetîh Hadî Amîrî li gel lîderê Tevgera Sadir Mûqteda El Sedir re civiya. 

ŞER NIHA LI SER SEROKKOMARIYÊ YE

Li gorî qanûnên Iraq û rêziknameya parlementoyê wê Parlementoya Iraqê heta 15 rojan serokkomar hilbijêre. Li gorî sîstemê Serokkomarî para Kurdan e û di nava Kurdan de jî para Yekîtiya Nîtîmanî Kurdistan (YNK) ye. 

Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî dixwaze vê yekê dawî bike û ji nava PDK’ê namzetê wan bibe serokkomar. 

NAMZETÊN SEROKKOMARIYÊ

Heta niha 4 kesan xwe ji bo hilbijartina erka serokkomariya Iraqê nîşan daye.

Navên 4 kesên xwe ji bo serokkomariyê Iraqê kirine namzet wiha ne:

1.Berhem Salih (YNK), niha serokkomar e

2.Hoşyar Zebarî (PDK) yek ji wezîrê berê yê Iraqê ye

3.Rizgar Mihemedemîn: Yek ji dozgerê darvekirina Saddam Huseyîn e.

4.Xalid Şêx Sidîq.

Li gorî kûlîsan yek ji wezîrê berê Letîf Reşîd ê YNK’yî jî ji bo serokkomariyê namzet e.