Însiyatîfa Zarokên Êgir li çar bajaran çalakî kir

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku yekîneyên wan li çar bajaran çalakî kirine.

Însiyatîfa Zarokên Êgir bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku yekîneyên wan li Stenbol, Îzmîr, Bûrsa û Eskîşehîrê çalakî kirine, lokalek, tesîseke lêvegerînê, fabrîkayeke ambalajê, otoboseke ÎETT'ê û wesayitek şewitandine.

Li gorî daxuyaniyê 21'ê Cotmehê li Stenbol Kuçukçekmeceyê lokala ciwanan a şaredariyê, li navçeya Nîlûferê ya Bûrsayê tesîseke lêvegerê ya AKP'yiyan, li Stenbol Bahçelîevler jî otoboseke ÎETT'tê hatiye şewitandin.

Însiyatîfê her wiha ragihand ku yekîneyên wan 20'ê Cotmehê li Karşiyaka ya Îzmîrê wesayite nijadperestekî Tirk, 18'ê Cotmehê jî li Eskîşehîrê Herêma Sinayî ya Organîze, fabrîkaya Ambalajê ya Dermanli ya nijadperestekî Tirk ê AKP'yî şewitandine.