Însiyatîfa Zarokên Agir li 5 bajaran kargeh û wesayit şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir li 5 bajarên Tirkiyê kargeh û wesayitên faşîstên AKP-MHP'yî şewitandin.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku yekîneyên wan 10'ê Mijdarê li Kartepe ya Kocaelî fabrîkaya Veguherînê ya Hera, li Tuzla Stenbolê fabrîkaya Mertyaya Boya ya AKP'yiyan, li Înegolê ya Bûrsayê 2 kamyonên 'dijminên Kurdan'', li Maltepa ya Stenbolê jî Nostra Cafe ya MHP'yan, li Gazîemîr a Izmîrê jî wesayita MHP'yiyekî şewitandine.

Însiyatîfê her wiha ragihand ku 9'ê Mijdarê jî li Konya Ereglî wesayita Savaş. D yê AKP'yi şewitandine.

Însiyatîfê her wiha diyar kir wan ev çalakî ji bo tolhildana welatparêzên Kurd Ûsiv Gulo, Mihemed Gulo û Mazlûm Gulo kirine.