Insîyatîva Zarokên Êgir li 5 bajaran çalakî kir

Insîyatîva Zarokên Êgir li Enqere, Stenbol, Efyon, Bûrsa û Kutahyayê gelek kargeh û wesayit şewitandin.

Insîyatîva Zarokên Êgir derheqê çalakiyan ev agahî par ve kir:
''16.11.2021 Li Enqere navçeya Yenimahalle li Sîteya Sanyî kargeha HASAMEK ya MHP'yiyan
17.11.2021 Li Afyonkarahisar  navçeya Dazkiri fabrîqaya USPAR ya AKP'yiyan
18.11.2021 Li Bursa  navçeya İnegol atolyeya CBG CONCEPT mobilya  ya MHP'yiyekî
19.11.2021 Li Stenbol Kuçukçekmece  fabrîqaya EMO Tekstil ya aidê dijminê Kurdan.
18.11.2021 Li Kutahya erebeyek şaxsekî faşîst ku dijminê Kurdan e hat şewitandin.''