Insiyatîfa Zarokên Êgir gelek kargeh û wesayit dane ber êgir

Insiyatîfa Zarokên Êgir sê jê fabrîka, gelek kargeh, sê wesayit, sê pir û cihekî betlaneyê da ber êgir.

Insiyatîfa Zarokên Êgir di daxuyaniya niviskî de diyar kir li Kocaelî, Stenbol, Samsûn, Bûrsa, Bîlecîk, Manîsa û Gîresûnê gelek kargeh û wesayit dane ber êgir.

Di daxuyaniyê de hate gotin 28'ê Nîsanê li Stenbolê Eyûpsultanê depoyeke masîgiriyê ya AKP'yiyan, li navçeya Umraniyê atolyeyek mobîlya ya AKP'yiyekî, li navçeya Kagithane 3 wesayit, li Bûrsayê navçeya Yildirimê pirek, li Manîsa Salîhlî cihê bazarê ya şaredariyê, li navçeya Gebze ya Kocaelî jî fabrîkayeke AKP'yiyan hatiye şewitandin.

Her wiha hate diyarkirin 27'ê Nîsanê li Bîlecîkê fabrîkayeke sifir a AKP'iyan, li Gîresûnê jî plaja Çerkeza, 26'ê Nîsanê li navçeya Gebze ya Kocaelî fabrîkayeke paletan a AKP'yiyan, li Samsûn navçeya Îlkadimê jî cihê serwîsa ya tamîra firaxên spî yê MHP'yiyekî hatiye şewitandin.