Însiyatîfa Zarokên Êgir li du bajaran sê çalakî kirin

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku wan li Stenbolê û Îzmîrê çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla Însiyatîfa Zarokên Êgir ve hatiye dayin, hate gotin, wan 3 çalakî li du bajarên Tirk kirine.

Li gorî daxuyaniyê her sê çalakî jî 25'ê Hezîranê pêk hat. Însiyatîfa Zarokên Êgir diyar kir, li Umraniyê ya Stenbolê, li herêma Organîzeya Sinayî ya Dudulu, navenda berhevkirina avêtiyên hişk hatiye şewitandin û bûye xwelî.

Însiyatîfê ragihand, ku li Sultanbeynî ya Stenbolê, ''Kurdên birûmet ên ku dixwazin tolê hilînin, tekerên 35 wesayitan teqandine.''

Herî dawî hate diyarkirin li Îzmîr Bornovayê navendeke faşîstan hatiye şewitandin.