Hunermendên Kurd li Stockholmê ji bo 'yekîtiyê' derketin ser dikê

Hunermendên Kurd ji bo xatirê yekîtiya neteweyî li paytexta Swêd Stockholmê konserek dan.

Konser roja Yekşemê li Solna Hallenê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir.

Li konserê ku ji aliyê Golah Xizîrî û Mahmûd Hame Taha Akeyrî ve hate pêşkêşkirin, hunermend Xelîl Xemgîn beriya bistirê qala sedema lidarxistin konserê kir.

Xemgîn diyar kir, hunermendên Kurd ku piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li hev kom bûn, ji bo karê yekîtiya neteweyî xurt bikin ketin nava hewldaneke wiha.

Xemgîn got, "Em dixwazin van konseran ji Helebçeyê heta Kobanê li dar bixin. Em dixwazin rêxistin û partiyan hemûyan tevlî vî karî bikin."

Xemgîn ji partî û rêxistinên Kurdistanî xwest ku guh bidin dengê hunermendan û piştgiriya van hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî bikin.

Piştre hunermend Mîhamed Taha Akreyî, Nasir Rezzazî, Narîn Feqe, Nejmeddîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ayfer Duzdaş, Diyar Dersimî, Kejal Ademî, Hoshyar Hama Farag, Marîwan Safadîn û Şivan Perwer derketin ser dikê û her yekî du stranên bi Kurdî gotin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûş jî li konserê axivî û diyar kir ku armanca KNK'ê pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan e û 21 sal in ji bo vê yekê têdikoşe.

Karamûş ji ber vê hewldanê spasiya hunermendan kir û plaket pêşkêşî wan kir.

Di dawiya konserê de hunermendan hemûyan bi hev re stranek gotin.