Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşan beraetkirina kujerên Kerboranê dan

Dayikên Şemiyê bertek nîşanî beraeta 18 leşkerên ku ji Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê tên darizandin, dan.

Di doza ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat kirin de kesên ku qetlîam kiribûn beraat kirin.

Di navbera 29’ê Cotmeha sala 1995’an û 8’ê Adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin.

Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Jendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Jendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Jendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de bi giştî 18 bersûc bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn.

Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê û Komîsyona Li Dijî Windayên Di Girtîgehê de têkildarî biryara beraetê ya dadgehê daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de ku bertek nîşanî polîtîkaya bêcezakirinê da, wiha hat gotin:

“Tevî delîl û şahidan jî heyeta dadgehê leşker parast. Wê demê ji me re bibêjin; çi bi van mirovên ku malbatên wan hestiyên wan ji bîrên mirinê derxistin û şopên êşkenceyê li ser hebûn bûye? Wê demê ji me re bibêjin; heke ev bersûcên tên darizandin bêsûc bin, wê demê kê Davût Altunkaynak li tabûra leşkerî li pêş çavên dayika wî êşkence kirin? Kê Davût ê di temenê lîstikan de înfaz kir û avêt bîrên mirinê? Kê fermana van da? Wê demê ji me re bibêjin; heke bersûc bêsûc bin wê demê kê li tabûrê li pêş çavên birayê Seyhan Dogan ê 11 salî êşkence li wî kirin? Kê Seyhan ê di temenê lîstikê de înfaz kir û avêt bîra mirinê? Kê fermana vê da?

 Biryara dadgehê, biryareke derhiqûqî ye. Em vê biryarê nas nakin. Pergala darazê hewl dide kesên zarokên me winda kirine pak derxîne. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin. Windakirina di dema destgîrkirinê de sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bi qasî kesên vî sûcî dikin, her wiha yên vî sûcî dinixûmînin û bêceza dihêlin jî di wijdana mirovahiyê de sûcdar in. Yên ku hiqûq û mafên bingehîn ên mirovan nas nakin û daraza ku edaletê pêk nayîne jî sûcdar e.”