HRE: Li Efrîn û Ezazê li dagirkeran hate xistin

Hêzên Rizgariya Efrînê, li navçeyên Bilbil û Cindirêsê yên Efrînê û li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li dijî çeteyên dagirker çalakî pêk anîn.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrîn û derdora wê didomin. Di vê çarçoveyê de, şervanên me di roja 17’ê Sibatê li navçeyên Efrînê û herêma Ezazê de 3 çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeran lidar xistin.”

Daxuyanî wiha didome; “Roja 17’ê Sibatê şervanên me li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî wesayîteke dewriyeyê ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tê de bûn, çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete bi giranî birîndar bûn.

Dîsan 17’ê Sibatê li navçeya Cindirêsê ser bi Efrînê li dijî baregehek koma çeteyên Nûredîn Zenkî çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de li gel ku gelek çete mirin jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.

Li aliyê din 17’ê Sibatê şervanên me li gundê Kil Cibrîn a girêdayî Ezazê li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Cebhe El-Şamiyê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Omer el Casim hat kuştin û çeteyê bi navê Mehmûd El Elî birîndar bû.”