HRE: Li Şera û Şêrewa tankek û 2 baregehên leşkerî hatin tinekirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di rêzeçalakiyên hemwext ên 19’ê Nîsanê li Şera, Şêrewa û Ezazê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de bi kêmanî 6 çete û leşker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê li ser çalakiyên hemwext ên li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê lidar xist parve kir.

HRE ev agahî dan:

“Di çalakiyên ku ji alî hêzên me ve di dîroka 19’ê Nîsanê de li herêmên Şera, Şêrawa û Ezazê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hatin lidarxistin de herî kêm 6 leşker hatin kuştin, hejmarek leşker û çete jî brîndar bûn.

Di roja 19’ê Nîsanê de baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Meryemîn a ser navçeya Şera ya Efrînê ji alî hêzên me ve ji du milan ve hate hedefkirin. Tankek ku di dema çalakiyê de xwest mudaxele bike jî ji alî şervanên me ve tevî leşkerên têde hate îmhakirin. Herwiha baregehek din ya li heman herêmê ku dixwest mudaxaleyî cihê çalakiyê bike hat hedefkirin. Di encama çalakî û şer de li herêmê herî kêm 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn.

BAREGEH HATIN RÛXANDIN

Hêzên me di heman rojê de li dijî baregeheke çekên giran ya li Meryemînê çalakiyek hemwext pêk anîn. Di çalakiyê de baregeh hat îmhakirin, 2 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî brîndar bûn.

LI EZAZÊ ÇALAKÎ HATE KIRIN

Di heman dîrokê de hêzên me li herêma Wîlad Qadî ya ser bi Ezazê ve li hember baregehek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakayek pêk anîn. Di encama çalakiyê de baregeh hate îmhakirin, lê di derbarê kuştiyên çeteyan de agahiyek zelal bi dest neket.

LI ŞÊREWAYÊ JÎ BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKIYEK HATE KIRIN

Di heman dîrokê de çeteyên ku li gundê Kîmarê ya ser bi navçeya Şêrawa ji bo qutkirina rê dîwar çêdikirin ji alî şervanên me ve bi çekên giran hatin hedefkirin. Di encama çalakiyê de agahiyên zelal bi dest neketin.

Di encama çalakiyan de tankek û du baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin, 6 çete û leşker hatin kuştin û 7 çete û leşker jî brîndar bûn. Di derbarê encamên 2 çalakiyan de agahiyên zelal bi dest neketin. Wê dîmenên van çalakiyan jî bi raya giştî re werin parvekirin.”