HRE: Şervanekî me ji ber krîza dil şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê bi navê Berxwedan Efrîn dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervanê wan Berxwedan Efrîn (Elî Cabo) duh dema ku li ser erka xwe bûye, di encama krîza dil de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyê me Berxwedan Efrîn roja 26’ê Hezîranê dema li ser erka xwe bû, di encama krîza dil de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Berxwedan li bajarê Efrînê ji dayik bûye û li nava malbateke welatparêz de mezin bû. Dagirkirina Efrînê ji bo her Kurdekî êşeke mezin e lê ji bo yê ku ji Efrînê be hîn bêhtir êşeke mezin e. Ji ber ku mirov cihê ku lê jidayik be û mezin bibe, hemû bîranînên wê ew der dibe û dema ku ew der hat windakirin ji bo standina wî derê çi pêwîst be tê kirin. Hevrêyê me Berxwedan jî ji bo rizgarkirina bajarê xwe piştî dagirkirina Efrînê tev li nav refên hêzên me bû. Her çi qas ji hevalên xwe mezintir bû jî, ev yek rê li ber wî negirt, her tim bi coş û heyecaneke mezin beşdarî jiyanê bû. Hevalekî fedakar û xebatkar bû. Armanca wî tenê rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî bû.

Dilê wî yê ji bo azadiya Efrînê lê dida, her çi qas bi fîzîkî sekinîbe jî em wek hevrêyên wî ji bo armanca wî ya mezin pêk bînin, soza xwe nû dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Berxwedan û gelê xwe re dixwazin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye

Nasnav: Berxwedan Efrîn

Nav û paşnav: Elî Cabo

Navê dayikê: Islim

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dîroka Şehadetê: 26’ê Hezîrana 2022’an”